Herjîn

Herişîn. Hertim jîn. Hertim jiyan.

Diljîn

Jiyana ji dil ve.

Enêş

Tirs û xof. Sam.

Amûd

Hêlûn.

Pirdîs

Paradîs. Buhişt. Cennet. Peyveke kevn a Madî-Avestayî ye.

Pexşe

Kurtkiriya peyva “pexşan”ê ye. Bilavok.

Çeman

Pirjimara peyva çem.

Serbêr

Ew keça ku serê mîh an bizinê digire bo dotinê. Yekem ajala ku tê dotin.

Wane

Paşgir e wek: Lûtewane (Xezêm, Xizêm). Destewane (lepik). (Le lay wane: Le lay ewane. Li ba wan e).

Şênê

Şêne. Şetilcarr. Gundeke ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye ku ketiye quntara çiyayê Nawzeng li bindestê çiyayê Mamend li Başûrê Kurdistanê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!