Defa
Navê jineke Kurd bû ku jenyara defê bû di serdema kevn de, û navê defê ji navê wê hatiye wergirtin. Def di koka xwe de “dep” bûye bi wateya dar an jî texteyeke kevaneyî an jî bazineyî.
Bêrîvan
Yên ku karê wan pezdotin e.
Pêjan
Patin. wek mînak: Nanpatin. Nanpêjan.
Soniya
Çiyayek e li Hewramanê li rexê gundê Şûşmê li Rojhilatê Kurdistanê.
Diljar
Dilmayî. Di aliyê derûnî de kesê lawaz.
Başar
Xweragirtin, Pê karîn (Kes başarî nakat, wate: Kes pê nikare, Kes nikare li hember wî/ê de xwe ragire).
Ciwane
Şox û şeng. Nazdar.
Daşyar
Kebanî.
Mijîwer
Giyayek e.
Bermak
Navê kurdî ê gundekî bû li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk guherî û navê tirkî danî cihê wê de.