Derwêş
Mirîdên pirçdirêj ên terîqeta Qadirî. Kesên gelek Xwedêperist. Ewdal. Bê malûhal.
Wasar
Demsala buharê.
Estên
Wergir. Wek: (Toleestên).
Xawên
Pak. Paqij.
Nijyarvan
Endazyarê mî`imariyê (avahîçêkirinê).
Tefre
Xapandin. Paşxistin. lêbandin.
Maniyan
Navê kevn ê Mîtaniyan e ku dibêjinê Manayî. Manayî wate girêdayîbûna bi çiqa (tîreya) Manî.
Helîn
Heliyan. Tiştek ku di nav tiştekî din de winda dibe. Nemana tiştekî di nav tiştekî din de.
Şinirwê
Çiyayekî bilind e ku ketiye rojhilatê Helebçeyê, û li ser kopîtka wê jî du kanî hene bi navên Qeman û Wezgêl.
Ewgar
Mandû. Westiyayî. Perîşan. Birîndar. Hingavtî.