Hewşîn
Giyayek e ji malbata pûngê. Çiyayek e ji rêzeçiyayê Agirî ku digel çiyayên Helgurd û Kêleşîn û Gelaz û Lend û Dalanperê dora Qendîlê girtine.
Oda
Bi devoka xelkê Rewanduzê yên ku bi soranî diaxifin wate: Daye, Ho daye. Ho dayê.
Pêşeng
Pêşrew.
Agirîn
Wek agir. Bo mirovên biwêr û netirs bi kar tê.
Hersîn
Firmêskawî. Çavgirî. Navê bajarekî Kurdnişîn e li Kirmaşanê.
Erca
Navê gundekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de jiyane, lê piştre hatiye teirîbkirin.
Ferkan
Rûnivîsî. Destûr. Ferman.
Xemlê
Bixemil. Rengînî. Ciwanî.
Rayş
Rûnivîshilgir.
Çiro
Çiloya darê a nû. Xwarina hêdî û serhemdê xwe, wek mînak: Kardo xerîke çiro deka (Kardo hêdî hêdî xwarina xwe dixwe).