Bistîk
Oşiya tirî.
Laçîn
Navê paytexta Herêma Kurdistana Sor bû (1923-1929). Navê balindeyekê ye ku ji bazê piçûktir e û nêçîrê dike.
Rondik
Rondikên çavan. Hêsirên çavan.
Tîşk
Tîrojk. Tîrêj.
Tojal
Kêmek. Libek. Cihê ku dexlûdan tê de radigirin.
Sefîn
Yek ji zincîre çiyayên naskirî ên Kurdistanê ye ku dikeve bakurê rojhilatê Hewlêrê.
Terçik
Keskatiya ter û taze. Keçên nazik û bedew.
Gulşen
Baxê gula.
Rendan
Pirjimara peyva rend e ku dibe aza û mêrxas. Erdê ku herçar aliyên wê av bin. Textayiya serê girikan.
Darewan
Kesê ku gelek peyt ji daran re diçe. Kesê serdikeve ser serê darên bilind.