Haşiye
Qerax. Perawêzî kopeř. Qeraxa kaxezê.
Jîwar
Çawaniya jiyanê. Derbazkirina temen. Bijîw. Sedema jiyanê.
Merwan
Navê kevn ê bajarê Merîwanê ye. Bajarê maran. Li Merîwanê zêde mar hene.
Atrosa
Wek agir.
Sosar
Teyrekî masîxwer e ku li Bakûrê Kurdistanê li rexê Wanê heye.
Avzêm
Awzêm. Korekanî. Kaniya ku buharan derdibe û havînan diçike.
Berwaj
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Gulşîlan
Gula şîlanê. Şîlan berê darekî kelemdar (strîdar) û rengsor e.
Qenarî
Teyreke piçûk a rengzer e ku bi qasî çûkekê ye.
Hone
Vehûnandî. Honraw. Nîşane. Nîşaneya başiyê. Barîna rondikan li pey hev. Giriya aram. Helbest. Şine.