Jako
Navê çiyayekî ye li Serhedê li Bakûrê Kurdistanê.
Raje
Karîte. Dîrek. Ravekirin.
Elmas
Kevirekî gelek qahîm û giranbuha ye.
Avzîn
Pengurîna avê û piştre rabûna wê wek lehiyê.
Rezan
Pirjimara rez. Tirî. Navê taxekê ye li bajarê Sine ku bi kûçerezan navdar e.
Mawer
Bi kelhorî wate neyîne, nehîne, meyhêne.
Xetan
Destewajeya hezkirina dê û bavan e bo zarokên xwe.
Tase
Bîra kesê kirin. Arezû. Hêvî. Meraq.
Awar
Cuda. Çayçiyê malê. Darûperdikên xaniyê herifî. Helwaya ar û doşava hişkbûyî bo zivistanê.
Gemşo
Zoranbaz.