Pirdîs
Paradîs. Buhişt. Cennet. Peyveke kevn a Madî-Avestayî ye.
Simko
Serokekî Kurd e ku ji bo standina mafê Kurdan li dijî du deshilatên Qacarî û Pehlewî şer kir. (1887 Kelha Çariyê-1930 Şino).
Popeşmîn
Pêxefeke gelek nazik e ku ji hiriyê çêdibe.
Gelawêj
Navê meheke salê ye. Navê stêrkekê ye. (Di ferhenga Merdox de bi wateya gullebaranê jî hatiye).
Hesiyan
Pêhesiyan. Agehdarbûn.
Jerêje
Cihê ku zêde kew lê hebin. Navê gundekî ye li quntara çiyayê Kosalan li Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê.
Yezdanşêr
Êzdanşêr. Yezdanşêr. Yezdanşîr. Êzdînşêr. Izedînşêrê Botî. Mîr Izedîn mîrê Botan û reqîbê Mîr Bedirxan bû. Li gorî hin jêderan ew pismamê Mîr Bedirxan bû. Piştî ku dewleta Usmanî serhildana Bedirxan Beg têk şikandibû, Êzdînşêr li welatê Botan di 1854an de li dijî Dewletê rabû. Ev bûyerên dîrokî wekî Serhildana Êzdînşêr têne nasîn û ji sala 1854 heta meha kanûna mezin a 1855an çêbûn. Strana "Ez Xelefim" li gor vê çîrokê ye.
Lîmo
Navê fêkiyeke çermzer e ku tirş e û ji malbata purtiqal û narincê ye.
Arşo
Navê serdarekî Mad bû.
Firsend
Firset. Derfet.