Manay
Herman. Jinavneçû. Di gatayên Zerdeştê de ku bi zaravayê kelhurî û hewramî û nîvezaravayên cafî û sineyî hatine nivîsîn, wateya perwerdigar û yezdan dide. Navê zozanekî ye li Hewramanê.
Rêwansa
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Hayman a rexê Enqereyê ku bi destê Osmaniyan bo Bolxaristan û Bosniyê hatine dûrxistin.
Vîndar
Kesê xwedî îrade.
Siyaksar
Navê fermandar yan paşayekî Mad bûye ku sala 624an a zayînî fermanrewayî kiriye.
Gêomat
Welatê moxan. Navê yek ji moxên Madan bû ku li dijî Daryoş serî hilda, lê bi ser neket û bi destê Daryoş hate kuştin, û serhildana wê jî ku Mad li piştê bûn hate serkutkirin.
Seyran
Piyase û geriyan. Geştuguzar.
Şêr
Navê ajelekî ye.
Kakî
Kake. Biragewre. Deşta rast û text.
Zemo
Navê çiyayekî ye li Kurdistanê.
Şewkewên
Jivana aşiq û meişûqan di şevê de.