Helan
Xireber. Kevirên xir.
Gulzêr
Gula zêrîn.
Reşko
Bi rengê reş dariştî.
Fatliye
Fatê. Fatimokê. Fatima piçûk û rihsivik.
Sakaw
Navê kaniyekê ye di navbera Bîcat û Dîwandereyê de li Rojhilatê Kurdistanê.
Dalaho
Navê çiyayekî ye li herêma Rêjaw li Rojhilatê Kurdistanê li nêzî çiyayê Bemo li Dojkirind û Qesra Şîrîn ku mezarê Bawe Yadgarketiye quntara wî çiyayî.
Zînko
Lûtkeya pêşê ya zînê hespan.
Estêre
Stêrk
Karyar
Karmend.
Raga
Soz yan hewayê muzîkê. Navê sirûdeke serdema Zerdeştiyan bû.