Kewrû
Rûmetê wê wek yê kewê ye. Amaje ye bi keçên bedew.
Alav
Amûrê çandiniyê.
Berstûn
Kevirê stûnê.
Raziyane
Giyayek e wek derman tê bikarhînan.
Esro
Bi kelhorî wate şaxê ajalan.
Şengedar
Dara ciwan. Şox û serhal.
Xabûr
Çemek e li ser sînorê Bakûr û Başûrê Kurdistanê. Herweha çemek e li başûrê Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê.
Sarome
Navê çekekê ye.
Firya
Hawar û dad. Yarmetî. Firyakewtin. Çûna bi hawara kesê de. Gihîştin di dema xwe de.
Adad
Navê fermandarekî Loloyiyan û xelkê Babailê bûye.