Karsa
Sinduq yan teşta nan û xurekên din.
Manay
Herman. Jinavneçû. Di gatayên Zerdeştê de ku bi zaravayê kelhurî û hewramî û nîvezaravayên cafî û sineyî hatine nivîsîn, wateya perwerdigar û yezdan dide. Navê zozanekî ye li Hewramanê.
Qenarî
Teyreke piçûk a rengzer e ku bi qasî çûkekê ye.
Xatê
Xatûn.
Gulîn
Gulgulî.
Gulwaz
Guldank.
Pêlû
Birjang.
Zêwer
Bedewî. Xemilandin. Xwedî pile û paye. Navê helbestvanekî Kurd bû li Başûrê Kurdisatnê.
Wirda
Wate akincîbûn û arambûn.
Şabaz
Bazê spî û mezin. Bazekî nêçîrvan e ku çeng û dimikekî tûj heye.