Peşmîne
Ji peşmê hatî çêkirin. Perçeyeke nerm û ciwan e ku ji hiriyê tê çêkirin.
Akran
Agiran. Agirdan. Cihê agirperistan.
Keleş
Laşê miriyan. Rind û ciwan. Bedew. Çalak.
Şara
Di navbera dîwarê çalê û genim de (ew çala ku bo hilgirtina genim çêkirine) ka heye ku dibêjnê “Şara”. Gidîşê genim.
Jîrbêj
Kesê ku aqilane diaxife.
Ar
Agir. Di koka xwe de avestayî ye û wateya agir û rengê sor jî dide.
Behre
Dahat. Qazanc. Feyde. Nî`imet. Sûd.
Sozge
Sozgeh. Cihê peymangirêdanê. Gundek e li rexê Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê.
Şaşîk
Şaşik. Kumdesmala jinane.
Gulreng
Ji rengê gulê. Wek rengê gulê bedew.