Xabûr
Çemek e li ser sînorê Bakûr û Başûrê Kurdistanê. Herweha çemek e li başûrê Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê.
Gulhenar
Gulhinar. Gulnar.
Şengar
Şengal. Cihê jiyana Kurdên êzidî li Başûrê Kurdistanê.
Bagir
Ew cihê ku ba digire. Kune ba.
Mîşan
Mîrnişîneke Kurd bûye ku di serdema Eşkaniyan de û heta êrîşa Eskender berdewam bûye.
Warnîşan
Nîşana wargehê.
Jîngeh
Cihê jiyanê.
Axiye
Singê ku asînin an jî darîn e ku bo hildana çadir û reşmalan an jî bo tewildana ajalan bi kar tê.
Cembelî
Navê evîndarê Binefşê û rûniştiyê Hekariyê bûye di çîroka “Cembeliyê Hekarî” de.
Avîn
Bi rengê avê, Wek avê pak û zelal.