Ersan
Navê eşîreke Kurdan bûye li Bakûrê Kurdistanê.
Daner
Bingehdarêj. Dirustker. Çêker.
Cindî
Ciwan. Bedew. Rind.
Wilyan
Baran li pey baranê. Gundekî herêma Qeredax a Silêmaniyê ye.
Pazar
Kevirekî gelek binirx e ku jin wek zêr û cewahir bi kar tînin.
Darçîn
Qalkê darekî ye ku tama wê tîj û bêhna wê xweş e.
Gulşênî
Gula şîn. Serbendê straneke kurdî ye.
Agiro
Agir. Agirê piçûk.
Dalanper
Navê çiyayekî ye li Rojhilatê Kurdistanê ku sala 1943an Komeleya J-K, Partiya Hîwa û Komeleya Xoybûnê li wir peymana sê sînor îmza kirin û xerîteya Kurdistanê destnîşan kirin û li ser pirsa Kurdistana mezin li hev kirin.
Pûre
Nifşa nû ya mêşhingêvê. Şewata bi cî mayî a tiryakê.