Qetûr
Navê kelh û herêm û gundekî Kurdnişîn e li rexê bajarê Xoyê (Xwê) li herêma Şikakan ku derbazbûyiya wê vedigere bo sala 716an berî zayînê, û di vê salê de Sargonê duyem paşayê Aşûr ji wir re derbas bûye û çûye nav xaka Urartûyê.
Binawan
Binewan. Kaban. Kesê ku birêveberê karûbarê nav malê ye.
Serkar
Kesê ku çavdêrî û sergêriya îş û karê kedkaran dike.
Dozwan
Dozvan. Xwediyê dozê. Xwediyê armancê.
Şengîn
Ciwanşirîn. Şox û şeng.
Xetîr
Xetîre. Ew darê ku serê wê agir pê ve ye, û di dema newrozê de digrin destê xwe, û piştre bi wan xetîran agirekî mezin hil dikin. Li Akrê her sal bi sedan xetîran amade dikin û bi rêz diçin serê çiya û agirê newrozê hil dikin. Di soranî de dibêjnê: “Çilosk. Çoleçira. Çilûsk”.
Pêlû
Birjang.
Mandana
Mandan. Navê jina Kembûciye paşayê Fars û diya Kuruşê paşayê Hexamenişî bûye ku keça Ejdehakê paşayê Mad bû.
Gulbang
Dengvedan.
Nekeroz
Gelek sar. Çiyayek e li rexê Bane.