Xasê
Xas. Baş.
Lêhaz
Lêhaze. Lewaze. Niwêl. Lahêz.
Sardoniya
Guleke bedew a pelgpan e ku 20-30 cm bilind dibe û gelek bihêz e, û piştî heyamekê bejna wê req dibe û dibe texte. Du cureyên wê hene: Sade û Şêstper.
Xelat
Diyarî. Pêşkêşî.
Têlî
Hilû û saf.
Gulbejin
Mêr an jina ku zirav û bedew be dibêjinê gulbejin.
Gundî
Xelkê gund. Ladêyî. Kirmanc.
Babûne
Giyayekî buharî ye û gula wî spî ye û nîveka gulê zer e.
Pola
Heman hesin e, lê di navbera 0.002-%2.1 ji kêşa wê kerbon e, û tîxe û alavên tûj û … hwd pê têne çêkirin.
Kewmil
Amaje ye bi keçên gerdenqaz. Serbendê straneke kurdî ye.