Rîbar
Rûbar. Çem.
Mihrîban
Mîhreban. Dilovan. Mihrevan. Dilnerm. Birehm.
Bextewar
Dilşad. Kamiran. Bextiyar. Şa. şad. Dilxweş. Kêfxweş. Kesê ku bextê wî baş e û ji rewşa xwe razî.
Sernaz
Serpoş.
Hêzan
Bihêz. Xwedîşiyan.
Armîn
Kurê çarem ê Keyqubad. Biwêr û netirs. Arambûn.
Belar
Fêkiyê ku zêde gihîştibe. Nerm û ter. Serbendê straneke kurdî ye: (Hey belar û belar û belarewe Memkołet şekre sêwen be darewe. Gelêrî).
Xenîle
Aram û rûxweş. Xwarinek e ji sawar tê çêkirin.
Ajo
Ajor. Ajotvan. Lêxorr. Jevbelabûna reh û rîşe. Bi zazakî wate şopandin. Peyva paşgir e wek (Germajo. Destajo. Meyajo).
Sarat
Çolistan. Biyaban. Tîreyeke Kurdan e ku li derdora Azerbaycanê dijîn.