Sîrwan

Navê rûbarekî ye ku ji rêzeçiyayên Zagrosê li Rojhilatê Kurdistanê çavkanî digire û ji Başûrê Kurdistanê (Derbendîxan û Kelarê) re derbas dibe û diçe başûrê Bexdayê û piştre tevlî rûbarê Dîcleyê dibe.

Bêhzad

Mirovê qenc. Ji tuxmê mirovê baş û qenc.

Hezîng

Peytbûn di kar de.

Xoser

Serbixwe. Serberedayî. Kesê bê bîrkirin karekî encam dide.

Rewşê

Bedew. Geş û sor.

Hişyar

Şiyar. Nerazayî.

Xemrewîn

Xema vedirewîne. Xema nahêle.

Raze

Çîrokên xeyalî.

Mesase

Dardestê cotyar.

Wajer

Qiseker.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!