Rûbar
Rîbar. Çem.
Destgir
Dezgîran. Dezgirtî. Pîrê terîqetê.
Şewreng
Kevirekî reş ê binirx e.
Jîlewar
Gundekî Kurdnişîn e li herêma Hayman li rexê Enqereyê.
Firsend
Firset. Derfet.
Rave
Rawe. Şîrove. Şirove. Şîkirin.
Arêz
Avrêj. Xwediyê kaniyên zaf. Navê çiyayekî bilind e li bakûrê bajarê Sine ku dikeve ser rêya Sine-Merîwanê. Navê serdarekî Mad bûye. Navê guleke bêhnxweş e lê jiyê wê kêm e.
Danêr
Hakim. Dadwer.
Cesan
Bajarekî kurdakincî ye li Başûrê Kurdistanê ku bi zaravayê kelhurî diaxifin.
Weray
Peyveke hewramî ye bi wateya: Hejî. Hejyar. Şiyaw. Hêja.