Jîlekan

Cihê agirê vemirandî.

Mêwerd

Tovreşandin piştî yekem barana payîzê.

Verçîn

Fermana çinînê.

Mangîle

Heyva ku taze hiltê. Şiklê heyvê di nav alayê de.

Waje

Peyv. Gotin. Qise. Gundek e li herêma Şarbajêr li Başûrê Kurdistanê.

Gilor

Bazine. Xirxal.

Şîşan

Navê giyayekî ye. Navê tîreyeke piçûk a Kurdan e ku li quntara çiyayê Qerax dijîn li herêma Silêmaniyê.

Cengîn

Bi hev re cengîn. Bi hev re şer kirin.

Menîje

Paqij. Pak.

Alav

Amûrê çandiniyê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!