Arezû
Hêvî. Awat. Dilxwaz. Di zaravayê pehlewî de bo peyva “Arezû” peyva “Arzok” hatiye bikarhînan.
Newroz
Nevroz. Roja serê salê. Destpêka buharê.
Sepan
Rêncber. Ji pênc pişkên dahatê pişkek digihîjê.
Zirkan
Deverek e ji herêma Şêrwan li Başûrê Kurdistanê.
Wajam
Çiyayek e li Hekariyê li Bakûrê Kurdistanê.
Alaz
Tilî. Tipilên dest û pêyan.
Gulçinî
Karê gulçinînê.
Wirmê
Urmiya. Urmiya ji du peyvên Ur: Bi wateya bajar yan melbend, û Miya: Bi wateya av pêk hatiye ku wateya wê dibe bajarê avê. Herçend gelek Ermendî lê dijîn, lê peyv di koka xwe de asûrî ye.
Yezdanşêr
Êzdanşêr. Yezdanşêr. Yezdanşîr. Êzdînşêr. Izedînşêrê Botî. Mîr Izedîn mîrê Botan û reqîbê Mîr Bedirxan bû. Li gorî hin jêderan ew pismamê Mîr Bedirxan bû. Piştî ku dewleta Usmanî serhildana Bedirxan Beg têk şikandibû, Êzdînşêr li welatê Botan di 1854an de li dijî Dewletê rabû. Ev bûyerên dîrokî wekî Serhildana Êzdînşêr têne nasîn û ji sala 1854 heta meha kanûna mezin a 1855an çêbûn. Strana "Ez Xelefim" li gor vê çîrokê ye.
Sosin
Sûsen. Navê gulekê ye ku heya niha nêzî 100 cureyên wê li cîhanê hatine naskirin. Navê wê yê zanistî "Lilium spp" e.