Dildar
Dilber. Kesê biwêr û netirs ku dil û cerg heye. Evîndar.
Niwa
Bi kelhurî wate: (Pêş, Ber, Aliyê pêşê.) Cihê ku baran negire. Şikeft. Zaxe.
Rêşan
Rênîşander.
Mêwje
Mêwij. Tiriyê ku li ber tavê hatiye hişkkirin.
Nazîn
Şanazîkirin. Bi xwe nazîn.
Neberd
Aza û wêrek û nebez.
Çekdar
Kesê ku çek heye.
Kewij
Arezû. Awat. Hêvî. Meraq.
Xama
Ew keça ku wextê mêrkirina wê hatibe.
Bêhzad
Mirovê qenc. Ji tuxmê mirovê baş û qenc.