Mendê

Giyayek e dikin nav jajî û penîr û hindek risqên din de.

Awêje

Zeviya avî.

Mêhvan

Mêvan.

Sewze

Cureyeke mêwijê ye. Pincar.

Êzdanşêr

Yezdanşêr. Yezdanşîr. Êzdînşêr. Izedînşêrê Botî. Mîr Izedîn mîrê Botan û reqîbê Mîr Bedirxan bû. Li gorî hin jêderan ew pismamê Mîr Bedirxan bû. Piştî vê ku dewleta Usmanî serhildana Bedirxan Beg têk şikand, Êzdînşêr li welatê Botan di 1854an de li dijî dewletê rabû. Ev bûyera dîrokî wekî Serhildana Êzdînşêr tê nasîn û ji sala 1854 heta meha kanûna duyem a 1855an do kir. Strana "Ez Xelef im" li gor vê çîrokê hatiye gotin.

Sabîna

Navê yek ji mîrnişînan bû li xwar gola Urmiyê di serdema Madan de.

Leymûn

Lîmon.

Metîna

Metîn. Rawestayî. Nebizêw.

Derez

Navê baxekî ye li herêma Hewramanê.

Neşim

Rêçûna naznazî.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!