Erdeşêr
Erdeşîr. Şêrê tûre û bihêrs.
Binyat
Bingeh. Kok. Xîm. Binêşe.
Taman
Temen. Emir. Çeper. Çît. Teyman.
Rewe
Revdehesp. Revdegurg. Darê ku gezûyan pê dadikutin.
Rewak
Ew cihê ku şerabê tê de parzîng dikin. Şîreya şil a hingvînê.
Arzen
Gundek e di navbera Asiyawco û Nasirawa li herêma Dêgulan li Rojhilatê Kurdistanê.
Bêrtî
Navê eşîrekê ye.
Zêndîn
Zîndanewan. Pasewanê zîndanê.
Şêrkuj
Kujerê şêr. Navê girekî mezin e li rojavayê destê çepê yê Silêmaniyê. Gundek e li herêma Leylax a Sine.
Bîrêj
Cihê pirr ji av. Gundek e di navbera çiyayê Sefîn û Serê Reş li herêma Şeqlawe.