Awez

Hizr û hiş.

Gizing

Tîrêjên tavê ku spêdeyan li cihên bilind dide.

Wajer

Qiseker.

Aşme

Peyveke zazakî ye bi wateya heyvê.

Narê

Serbendê straneke kurdî ye.

Dilavîn

Dawiya buharê û destpêka havînê.

Petrosa

Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.

Xifşê

Karxezal. Mamiz.

Bazyan

Navê herêmekê ye li Başûrê Kurdstanê.

Sirîwe

Sirwe, Nesîm, Bayê hênik, Şine.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!