Dilşa
Dilşad. Kesê ku dilê wî şad be. Kêfxweş.
Werzêr
Cotyar. Cotkar.
Sereta
Destpêk.
Sîma
Dîmen. Rû. Rûmet.
Gulşênî
Gula şîn. Serbendê straneke kurdî ye.
Las
Laz. Lac. Giyayê ku hatiye dirûn lê nehatiye komkirin. Darekî wek dara sinciyê ye lê bê strî ye. Firîw. Rêxa ga. Navê qehremanê çîroka Las û Xezal e, ku Las xelkê Balek û Balekiyan e.
Qetran
Reşê tarî. Dermanekî reş e ji kelandina dara sinewberê bi dest tê.
Kanîlan
Dola pir ji kanî. Landika kaniyan. Gundek e li herêma Hewşarê li Rojhilatê Kurdistanê.
Firîsk
Guleke kîvî ye ku buharan şîn dibe.
Şengebî
Şorrebî. Dareke behiyê ye ku çiqên wê şorr dibin xwarê.