Nekeroz
Gelek sar. Çiyayek e li rexê Bane.
Dakaz
Piştrastkirin. Piştevanîkirin. Qebûlkirina encama karê kesekî.
Kakes
Navê bajarokekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê, ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê bi tawana şîebûnê hemû hatin derkirin û ew bajar hate teirîbkirin.
Bêla
Eywan. Barannegir.
Zêrevan
Nobedar. Nigehban. Çavdêr. Parêzvan. Pasevan.
Hawbîr
Hevbîr. Hevhizr. Hawrra.
Merdan
Çekûç. Karê bi pêmereyê (bêlçeyê). Mirovên azad û dilvekirî.
Wazin
Nûkulîlk. Hêvî û miraz. Bi kirmaşanî wate vekirîne (Dergan wazin).
Arman
Amanc. Armanc.
Bermûr
Milwanke.Gerdenbend. Gerdebenî.