Bêrî
Rîzkirina pez bo dotinê.
Xonas
Xwenas. Kesê xwe nas dike.
Heyvik
Heyva yekşevî.
Tavîn
Tava baranê. Rêjne baran. Li hindek herêmên Bakûrê Kurdistanê dibêjne tîrêja rojê “Tavîn”.
Nijyar
Xaniyê ku bi tenê ji keviran hatibe çêkirin.
Mebest
Qesta mirov ji karekî.
Zanyar
Zana. Dana. `Alim.
Siyaksar
Navê fermandar yan paşayekî Mad bûye ku sala 624an a zayînî fermanrewayî kiriye.
Nozad
Zaroka sawa.
Ajak
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.