Tovdank

Tûrkê tovê ku tovê genim û ceh û ... hwd dikin tê de û piştre dibin bo reşandinê.

Xaşîl

Ji keşk û rûn tê çêkirin.

Hêja

Birêz. Rêzdar.

Çeleng

Çalak. Peyt.

Mîtradad

Mîtradad yan Mêhrdad yek ji şivanên Ejdehak bûye, ku navê jina wî Spaka bû.

Dêro

Guleke zer e wek gula mosk.

Azê

Kurtkiriya peyva “Azîz” e. Xoşewîst. Hezkirî.

Avdîn

Tolhildan.

Xatê

Xatûn.

Îlam

Alam. Eylam. Îlam. Bi zaravayê avestayî a madî wate cihê derketina tavê. Herêmek e li Kurdistanê ku yek ji wargehên kevn ên Kurdan bûye di dirêjahiya dîrokê de. Zaravayê wan kelhorî û lekî ye, lê di rastî de divê bêjne zaravayê wan zaravayê feylî yan pehlewiya kevn ku zimanê gatayên Zerdeşt e. Berê digotne Îlamê “Piştko”.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!