Zaxo
Bajarekî Başûrê Kurdistanê ye.
Saman
Heyî. Ewlehî. Eman. Navmal. Hewcehiyên jiyanê.
Toran
Xeyidîn. Zîzbûn. Acizbûn.
Wirda
Wate akincîbûn û arambûn.
Teyar
Saz û amade bo kar an rêwîtiyê. Xwe peytkirî. Dewlemend û asûde.
Derîle
Deriyê piçûk. Gundekî nêzî gundê Binîder e li herêma Hewraman di navbera Sine û Merîwanê.
Ewîndar
Evîndar. Aşiq. Dildar.
Sozge
Sozgeh. Cihê peymangirêdanê. Gundek e li rexê Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê.
Tatrîk
Kevirên nazik û piçûk ku zarok pê dilîzin.
Şikofe
Şigove. Pişkûj. Gulok. Gula ku nû dipişkive û dibe fêkî.