Perwar
Perwerdekirî bo serbirînê .
Meko
Çeper. Senger. Strageh. Kogeh. Cihê kombûna xelkê.
Rûgeh
Qîble. Ew cihê ku misilman bo nimêjê berê xwe didin wir.
Aşme
Peyveke zazakî ye bi wateya heyvê.
Rojgar
Rojyar. Roj heya şevê.
Payîze
Demsala payîzê. Straneke kevn a kurdî ye wek heyran.
Sardoniya
Guleke bedew a pelgpan e ku 20-30 cm bilind dibe û gelek bihêz e, û piştî heyamekê bejna wê req dibe û dibe texte. Du cureyên wê hene: Sade û Şêstper.
Dêrîn
Kevnar. Mêjîn.
Star
Dapoşîn. Aramî. Oqre.
Dilovan
Mîhreban. Dilnerm. Birehm.