Şewçere
Şewçele. Xwarina di dema şevê de.
Qapo
Qapok. Ew tiştên ku lehî digel xwe radimale û davêje qeraxê.
Jêhat
Kêrhatî. Jêhatî.
Haje
Dengê pelgên daran, û dengê ba û ... hwd. Xuřexuřa avê.
Findak
Momdank.
Bernas
Binavûdeng. Naskirî. Di ferhena “Xal” de wek “Bê ezmûn û cahil” hatiye manakirin.
Ara
Cihê jîna hertimî. Hevaltî.
Wanyar
Xwendewar.
Karwan
Qafile. Mirovê ku gelek çarpê bar kiribin û ber bi cihekî ve diçe.
Zêwe
Gořa ocaxan. Ziyaretgeh.