Amaj
Nîşane. Amanc.
Rawiyar
Rêvîng. Rêbiwar. Rawker. Nêçîrvan.
Sarema
Berdana karik û berxikan bo şîrxwarinê di dema şefeqê de berî dotina şîrê dayîkên wan.
Sinûr
Sînor, Serhed, Merz, Hidûd.
Orman
Gundekî herêma Berwariya Jorîn e li Bakûrê Kurdistanê.
Sefîn
Yek ji zincîre çiyayên naskirî ên Kurdistanê ye ku dikeve bakurê rojhilatê Hewlêrê.
Roda
Rojda. Derketina tavê.
Lawiko
Kurê law. Kurê nûgihîştî.
Senyar
Kiryar.
Rojbeyan
Navê eşîreke Kurd in ku li Başûrê Kurdistanê dijîn, û Cemîl Rojbeyanî nivîskar û zanayê navdar ê ku bi biryara hikûmeta Beis û bi destê Kurdê xwefiroş hate kuştin, ser bi vê hozê ye.