Şîrîn
Navê evîna Ferhadê kûhken bû. Her tiştê ku tama şekir û qendê bide. Berevajiya tal. Serbend û navbenda hindek stranên kurdî ye.
Bêtirme
Navê kaniyekê ye li Şeqlawe.
Semender
Gula yasemîn.
Rûçem
Rûyê wî/ê wek çem û rûbarê.
Ater
Agir. Gurriya agir.
Hejend
Seyr. Ecêb.
Bazo
Balindeyekî borr e ku ji baz piçûktir e. Waşe. Vaşe.
Pexşe
Kurtkiriya peyva “pexşan”ê ye. Bilavok.
Sewze
Cureyeke mêwijê ye. Pincar.
Mijan
Birjang.