Tara

Serpoşa sor a ser dev û çavê bûkê. Çû û venegeriya.

Zinar

Kevirê gelek mezin. Raz. Razeber. Gundek e li herêma Îlamê ku bi feylî navdar in.

Wala

Vekirî. Betal û xalî. Bilind. Ketan. Parçeyê nazik. Kincên bûkê.

Zimrût

Gewhereke binirx a kesk e.

Pirhoş

Serwext û hişyar. Xwediyê hiş û dêneke baş.

Diljîr

Mirovê aqil û birehim.

Pelkezêr

Pirça zer.

Şatû

Tûyê sor ê şirîn û avdar.

Hajîn

Hajan. Haje.

Narîn

Peyveke kevn a nav Gatayên Zerdeşt e û wateya agir dide. Nazik. Zirav. Jina şermoke. Straneke xembaran e.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!