Zêwerko
Navê gundekî bûye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku xelkê wê dûr xistine û ereb danîne cihê wan de.
Armîş
Hewrîşm.
Êrman
Mêhvan.
Şeyda
Şêda. Sergerdan. Kesê li ber evîndariyê dîn dibe.
Reha
Rizgarbûn. Xilasbûn.
Xemo
Xemhilgir.
Têlînaz
Pirça hilû û zer.
Cihgir
Cîgir. Cêgir. Kesê di dema nebûna heval an hevkar an berpirsê xwe de cihê wî kesî digre.
Tûşiyar
Tîrêja rojê.
Zîrek
Jîr. Hişyar. Têgihîştî. Kesê ku dêneke (hişeke. zêhneke) baş hebe.