Guhdar
Kesê guhê xwe dide mirov. Aqil û têgihîştî.
Xifşê
Karxezal. Mamiz.
Qesrî
Qesrîn. Sirêbirî. Tevizî.
Qarûş
Giyayek e ku gêzikê pê çêdikin.
Rêjing
Çeka ku fîşengan li pey hev davêje.
Haje
Dengê pelgên daran, û dengê ba û ... hwd. Xuřexuřa avê.
Çîmen:
Giyayê kes. Mêrg
Rozî
Risq. Bijîw û risqê ku Xwedê bide.
Roşan
Bi zazakî wate cejin.
Dajiyar
Risq û rozî. Bijîw.