Şagird

Qutabî.

Awelan

Cihê ku av jê dizê û giya lê şîn dibe. Çiyayek e li pêşberî çiyayê Ajwan li Rojhilatê Kurdistanê.

Gelo

Aya. Axo. Tu bêjî. (Gelo tu bêjî rojekê Kurd bigihîje armancên xwe?). Bo pirskirinê tê bikaranîn.

Sêwer

Sî. Sîber. Sêber. Sî. Nîs. Nisê.

Arîna

Ji regeza Arî. Hûrkirin û harîn. Navê çiyayekî herêma Hekariyê ye.

Balêne

Rifêde. Mezirgeya ku hewîr li ser pan dikî û li tenûrê didî.

Xepar

Bijar. Xweşbûna zeviyê bo çandinê.

Narî

Peyveke kevn a nav gatayên Zerdeşt e û wateya agir dide. Stranên xembarane. Navê bendavekê bûye li rojavayê Bexdayê li herêma Kût ku di serdema Sasaniyan de hatiye avakirin.

Raviyar

Rawker. Nêçîrvan.

Gabar

Karwanek ku çêl û ga bar kiribin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!