Meran
Reh û rîşeya yasemînê ku darcigareyê jê çêdikin. Gundek e li berbiniya çiyayê Kodo li Başûrê Kurdisatnê.
Qirşî
Kaya herzinê.
Sazaw
Ava sazgar. Kaniyek e li herêma Gawero.
Serbêr
Ew keça ku serê mîh an bizinê digire bo dotinê. Yekem ajala ku tê dotin.
Başwan
Navê çiyayekî ye li Bane-Rojhilatê Kurdistanê.
Pirjol
Pirzol, wek rîşalên genimeşamiyê. Perîşan. Pirş û bilaw.
Hersîle
Hersîl. Kevirê xîmê kuncê dîwar.
Destgir
Dezgîran. Dezgirtî. Pîrê terîqetê.
Pepûle
Perwane. Nimnimok. Pelatînk.
Çêliyan
Pirjimara “çêl” e ku dibe texteber û kevirê mezin. Di beyta (Birayim û Mehmel) de Çêliyan navê bajarekê bûye li melbenda Şarwêran.