Xunçezer
Pişkûja zer.
Rûben
Rûbend. Peçe. Şerme.
Rawên
Li ser tiştekî hevhizirbûn û biryardan.
Serhed
Hidûd. Sînor. Sinûr.
Hevrê
Hawrê. Hevalê rê.
Şakej
Çiyayê mezin.
Viyana
Navê zozanekê ye li herêma Bîngolê. Navê rûbareke piçûk e li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê. Rakêşer. Dilrevîn. Dilrifên.
Dersîm
Dirsîm. Dêrsîm. Herêmeke berfireh e li Bakûrê Kurdistanê, ku Kurdên zaza û kurmanc pêkve dijîn. Şoreşa Dersîmê ku bi serokatiya Seyîd Rizayê Dersîmê li çiyayê Agirî çêbû ji Dersîmê dest pê kiribû. Dûr nîne ku Dêrsîm ji peyva “Dêr” bi wateya “peristgeh” û “sîm” bi wateya “zêrîn û pîroz” pêk hatibe ku dibe “peristgeha zêrîn” yan cihê pîrê zerdeştiyan.
Vînda
Kesê ku hêvî û mirazek hebe.
Daryan
Gundek e di navbera “Wer û Gêlewan”ê li Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê.