Estî
Navê xûşka Mîr Zeynedînê Botanî û xûşka Zînê ye ku qehremana nav çîroka Mem û Zînê ye, ku bi zaravayê kurmancî dibêjnê “Sitî”.
Erkan
Stûn. Paye. Koleke. Rext û alavên şer.
Casir
Gaser. Bêtirs. Bejnbilind.
Şewreng
Kevirekî reş ê binirx e.
Cêgir
Kesê di dema nebûna heval an hevkar an berpirsê xwe de cihê wî kesî digre.
Zerê
Pořkal û çavşîn.
Bêmal
Bê malûhal. Bê xanî. Bê jin û zarok.
Dasin
Xwazbênî. Dasin ayînzayek e wek êzidî û ehlêheq û ... hwd. Navê hozeke Kurd e ku ser bi ola êzidî ne û piraniya wan li Bakûrê Kurdisatnê û Ermenistanê dijîn.
Berkaz
Pencere. Kuna der û dîwaran.
Sozda
Sozdan. Qewldan. Peymandan.