Cengî
Şerker.
Merzîng
Navê hozeke Kurd e li Kurdistanê.
Perîrû
Rûyê wê wek periyan. Dêm perî.
Harsim
Ava qoreyê. Ava pesîreyê. (Qore û pesîre: tiriyê ku tirş e û hêla negihîştiye).
Bilbil
Balindeyeke dengxweş e.
Poşî
Xavik. Serpoş. Egale. Kevînk. Şaşik. Laçik. Pêçe. Serpoşk.
Firya
Hawar û dad. Yarmetî. Firyakewtin. Çûna bi hawara kesê de. Gihîştin di dema xwe de.
Xunçe
Pişkûj. Gula ku hêşta nepişkiviye.
Mirwaniş
Gundekî Başûrê Kurdistanê bû ku Beisê ew gund wêran kir, lê cardin hate avedankirin.
Semengul
Gula yasemîn.