Erkewaz

Hozeke Kurd e li rexê Xaneqîn û Mendeliyê li Başûrê Kurdistanê.

Tarû

Navê gulekî ye ku zêdetir li Hindustanê heye û navê wê yê zanistî “Colocasia esculenta” ye.

Ferşad

Şabûna herî zêde.

Rêşan

Rênîşander.

Wêrek

Qehreman. Gernas. Egîd.

Sarîsa

Mînoriskî ji zimanê Torodangînê zimanzan ve dibêje: Li welatê Kurdoîn sê bajar li ser rûbarê Dîcleyê hebûn ku navê wan Sarîz (Sarîsa), Stalka û Pinyaka bûn û Kardoxî lê dijiyan. Straboyê rojhilatnas jî dibêje: Kurdoîn bi herêmên çiyayî ên di navbera Mûş û Diyarbekirê (Amed) ê dihate gotin.

Wetman

Wesman. Kurtkiriya navê Usman e. Guhertin.

Şayan

Hejî. Kesê hêjayî (layiqê) tiştekî be.

Birîsk

Birûsk.

Arsan

Navê hozeke Kurd e li rexê Xuremawayê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!