Sozge
Sozgeh. Cihê peymangirêdanê. Gundek e li rexê Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê.
Destgir
Dezgîran. Dezgirtî. Pîrê terîqetê.
Petrosa
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Gulferr
Gula bipêt û bereket. Sorgulek e.
Arkas
Meznê Kasiyan. Navê gundekî ye li herêma Mûşê li Bakûrê Kurdistanê.
Pardîs
Bihuşt. Cennet. Peyveke kevn a madî a avestayî ye.
Gezo
Şîreya dargezoyê.
Gawero
Di koka xwe de gawirro bûye wate: Çemê ku Kurdên Yarsan li qeraxê jiyabin. Rûbarê gawiran. Navê çemekî ye di navbera Sine û Kamyaranê.
Hesiyan
Pêhesiyan. Agehdarbûn.
Kîka
Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê.