Berze
Navê gundekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê, ku Kurdên kelhurî tê de jiyan kirine, lê dewleta Beis Kurdên wir bo cihekî din dûr xistin û Ereb danîne cihên wan de.
Pirdîka
Navê keça Atropat deshilatdarê Mad bûye li sala 324an berî zayînê ku hevdem bû digel êrîşa Eskenderê Meqdûnî bo Îranê.
Razaw
Ji peyva "razawe" hatiye wergirtin. Xemilandî.
Pêşewa
Rêber, Serok, Zanayê mezin ku xelk peyrewiyê lê dike, Pêşnimêjê mizgeftê
Dilbixîn
Dilbixwîn. Kesê dilbirîndar. Kesê dilê wê bixwîn e.
Endam
Yek kes di nav lêjneyeke çend kesî de.
Çîrok
Destan. Hikayet.
Gundî
Xelkê gund. Ladêyî. Kirmanc.
Tolaz
Ciwan û bedew.
Êlax
Zozan. Kiwêstan. Hewar.