Rojyar
Rojgar. Hetaw.
Xoştivî
Xoşevî. Xoşewîst. Hezkirî. Li ber dilan.
Akoyan
Navê gundekî ye li herêma Balîsan û navê herêm û hozekê ye li rexê Raniyê li Başûrê Kurdistanê.
Perdîs
Bihuşt. Cennet. Peyveke kevn a Madî a Avestayî ye.
Karg
Qarçik. Karkarok. Mirîşk.
Ercan
Lahî û dalahî (paranewe). Erjan. Darekî çiyayî ye ku berê wê dişibhe behîvê û bixwe jî dişibhe dara erxewanê.
Adême
Adîme. Navê çiyayekî ye li herêma Kurdakincî a Ermenistanê. keç
Laleş
Ziyaretgeha êzidiyên Kurdistanê ku di navbera Duhok û Şengalê de ye.
Xendan
Lêvkenî. Devkenî.
Tojîn
Hilkolîn li kok û binetara her tiştî.