Dasîle
Dasa piçûk.
Semenbo
Bêhna wê wek bêhna semenê.
Gelyar
Dostê xelkê. Hozek in ji tîreya Lor.
Xeyro
Dexlê sala borî ku rijiyabe û cardin şîn bûbe. Amaje ye bi karê baş û qenc.
Kakes
Navê bajarokekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê, ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê bi tawana şîebûnê hemû hatin derkirin û ew bajar hate teirîbkirin.
Jîngeh
Cihê jiyanê.
Zîno
Textayiya çiya. Baskê zozanan.
Ferhan
Biheybet û mezin.
Awaze
Binavûdeng.
Rûxweş
Qisexweş û lêvken.