Werdan

Berdan. Beredayîkirin. Lê zêdekirin. Zeviya ku du caran bê kêlan.

Zaxo

Bajarekî Başûrê Kurdistanê ye.

Neyrîj

Çiqek in ji hoza mezin a Goran.

Lasame

Barana tund. Rêjnebaran.

Waner

Xwîner.

Cengîn

Bi hev re cengîn. Bi hev re şer kirin.

Pazar

Kevirekî gelek binirx e ku jin wek zêr û cewahir bi kar tînin.

Raşin

Cureyek sosina kîvî ye.

Awejê

Awezê. Gundekî nêzî gundê Merge ye li Başûrê Kurdistanê.

Awiyer

Çiyayê ku zêde kanî tê de hebin. Çiyayek e li pêşberî bajarê Sine û cihê seyrana xelkê wî bajarî ye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!