Mebest

Qesta mirov ji karekî.

Caf

Navê hozeke navdar a Kurd in ku li du beşên Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê dijîn.

Gavan

Kesê ku agehdarî ga û çêlekan dibe.

Newzer

Zêrê nû. Zîwerê nû.

Gulzer

Gula zer.

Vînda

Kesê ku hêvî û mirazek hebe.

Çavreş

Kesên çavê wan reş be.

Firehî

Asûdeyî. Xweşbihurandin.

Sone

Ew jî mirawiyek e ku dibêjne a nêr “serkesk”, û dibêjne a mê “borçîl an borçîn”. Werdek.

Kaşme

Giyayek e ku pelgên wê pan in û dolmeyan jê çêdikin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!